- Голоса:
Şivan Perwer - Текст песни Helepçe
Ez ê daketim kel kas,xanan
 Ez ê daketim serê birc û van diyaran
 Ez ê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm
 Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in
 Ax de wey lo lo wey lo lo
 Dîsa bombe û baran e, her derê girtî mij û dûman e
 Dîsa nalenala birîndaran e
 Dengê dayika tê li ser lorikên wan e
 Bavik bi keder xwe diavêje ser zarokan e
 Lê zarok mane bênefes, bêruh û bêcan e
 Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo... Hey lê lê, wey lê lê ferman e hawar hawar
 Dîsa li me ferman e
 Li jor tête giregir û humehuma ba virok û teyaran e
 Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
 Li jêr tête qireqîra zarokan, hawara dayîk û bavan e
 Dîsa dîrok xwe nû ve dike, weke carek dinê ji caran e
 Weke Diyarbakir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
 Wehe Mehabad û weke Berzan eŞivan Perwer - Helepçe - http://ru.motolyrics.com/sivan-perwer/helepce-lyrics.html
 Îro dîsa li Des,ta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê
 Li bajarê Helebçe fermana me Kurdan e
 ferman e, ferman e
 Dîsa hatin qelandin zarok û zêç, tev dayik û bavan e,
 Ax hawar li me ferman e li min ay...
 Ax birîndarê we me, li min oy... Erê hey lê lê... ere hey lo lo...
 Hawar Kurdino hûn ê bikin bilezînin
 Hûnê kaxez û pênûsekê bibînin, binivisînin
 Dinya alemê pê bihisînin
 Serok û rêberên Kurdan li hev bînin
 Bira bi yek bin ji halê me re tistekî ji dinyayê re binivisînin
 Bira xelk û aleman pê bihisînin
 Da ku çarekê ji hatê me Kurdan re bibînim
 Me ji bin ve bindestiyê derînin hawar hawar...
 Heyfa Kurdistan ku îro dis,ewitînin
 Agir li serê me Kurdan dibarînin
 Ax de ay... lo ax de li min birîndarê we me.










